DYA bi bihayê 305 milyon dolarî fuzeyan firot Tirkiyê:

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya DYAyê Pentagonê ragihand ku DYA îznê daye firotina fuzeyan yên bi bihayê 305 milyon dolarî bo Tirkiyê. Fuze yên menzîla wan navçene û ji hewayê bo hewayê davêjin.
Wezareta karên derve ya DYAyê jî di mijarê de daxwuyanî da û got ku Pentagonê (DSCA) agahiyê daye Kongre ya DYAyê û di mijarê de nivîskî daxwuyanî da.
Wezareta karên derve ya DYAyê got ku bi bihayê 225 milyon dolarî 53 heb AIM-120C-8 menzîla wan navçe ji hewayê bo hewayê fuze (AMRAAM) û 6 heb AIM-120C-8 AMRAAM ku yên kontrolê ne, îznê danê.
Wezaretê her weha got ku bihayê temamî bi 79,1 milyon dolarî 60 heb fuzeyên AIM-9X Sidewinder Blok II û bernama destekê ya bo wan û 11 heb AIM-9X Blok II yekîneya rêvebirina taktîkî.
Wê Tirkiyê dikaribe van fuzeyên ji hewayê bo hewayê di balafirên F-16an de bikarbîne. Mafê kongrê heye ku di nav 15 rojan de îtîrazê li firotinê bike, eger neke ev tê vateya ku firotin bicîh hatiye.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




