DYAyê ji ber sûcên Îranê cezayan li ser şirketên Çînî ferz dike

DYAyê ji ber sûcên Îranê cezayan li ser şirketên Çînî ferz dike

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hin kes û şîrketên li Çîn û Hong Kongê ji ber piştgiriya bernameya moşekên balîstîk ên Îranê li lîsteya dorpêçên xwe zêde kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat destnîşankirin ku siyaseta zexta herî zêde ya li ser Îranê berdewam dike.

Hate diyarkirin ku hin kes û şîrketên li Çîn û Hong Kongê bi hinceta ku piştgirî dane bernameya moşekên balîstîk ên Îranê, di lîsteya mueyîdeyan de hatine bicihkirin.

Di vê çarçoveyê de, hate tekez kirin ku şîrket û kesên navborî piştgirî dane hewldanên Îranê yên ji bo herêmîkirina hilberîna fîbera karbonê ji bo karanîna di bernameya moşekên balîstîk de û herwiha fîbera karbonê û alavên hilberîna fîbera karbonê dane Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.