UNRWA: Alîkarîyên ku ji bo Xezzeyê têne dayîn wê werin astengkirin

PeyamaKurd - Hişyarî hatine dayîn ku alîkariyên mirovî yên jiyan-rizgarker ên ku li depoyên li derveyî Şerîda Xezzeyê li bendê ne dê xera bibin ji ber ku Îsraîl ji 2yê Adarê ve deriyên sînor digire û ketinê asteng dike.
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir ku ji ber dorpêça li ser Xezzeyê, alîkariyên mirovî yên wekî xwarin, pêdiviyên paqijiyê, derman û alavên stargehê di depoyên li derveyî Xezzeyê de asê mane.
Hate tekez kirin ku bi girtina deriyên sînor, alîkariyên "rizgarker" di "metirsiya xirabûnê" de ne, û "xelk wê nikaribin xwarinê bixwin û derman bi kar bînin".
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tîm û kamyonên UNRWA amade ne ku alîkariyê bigihînin kesên hewcedar li Xezzeyê.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.




