Fox News: Ji sedî 40 zêdetir moşekên Îranê hatine jinavbirin

Fox News: Ji sedî 40 zêdetir moşekên Îranê hatine jinavbirin

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ji kanala FOX NEWS a Amerîkî re ragihand ku zêdetirî ji %40ê moşekên rêjîma Îranê di êrîşên ser bingehên Îranê de hatine jinavbirîn.

Li gorî nûçeyê, sibeha roja Çarşemê 18ê Hezîranê, Îranê hejmarek moşekên balistîkî avêtine Îsraîlê û ji ber jinavçûna hejmareke zêde ya bataryayên avêtina moşek û dronan, hêza Îranê ya êrîşan qels bûye.

Herwiha li gorî zanyariyan li bajarê Kerecê zanîngeha kîmya ya pasdaran ku lêkolînên serbazî bo dike, di êrîşa şeva derbasbûyî de bûye armanca balafirên şer ên Îsraîlê û hatiye teqandin.

Dîsa embareke cebilxaneya moşekî ya di navbera bajarên “Kerec û Qezwên” de bûye armanca bombeyên Îsraîlê û hatiye teqandin.

Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê îro piştî nîvro jî êrîşên berfireh li ser Tehranê kirin û li çend deveran teqînên mezin çêbûn. Îsraîlê ragihandiye ku wan cihê Rêberê Îranê Elî Xaminey lê bû jî teqandiye.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.