Hat gotin ku ji bo hevdîtinên aştiyê 3 balafirên Îranê çûne Ûmmanê

PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku balafira serokkomariya Îranê di nav de 3 balafir bo hevdîtinên aştiyê çûne Ummanê. Lê wezareta kar û barên derve ya Îranê xeberê derewand.
Li aliyekî şerê Îran û Îsraîlê dewam dike û li aliyê dinê ji şopandina sîstema tevgera balafiran hat tesbîtkirin ku 3 balafir ji Îranê diçin Ummanê. Çapemeniya Îsraîlê dibêje ku 3 balafir xwe danîna balafirgeha payîtexta Ummanê Maskatê ku balafira serokkomariya Îranê di nav wan de ye û bo muzakereyan çûne.
Wezîrê kar û barên derve yê Îranê Abbas Araqçî dibêje ku Îran ti kesî neşandiye Ummanê û xebera navborî derewe. Li aliyê dinê serokê DYAyê Trump li Koşka Sipî gotibû:
“Îran bo muzakereyan amadeye lê êdî ji bo xeberdanê gelek derenge. Daxwazên me bi 2 peyvane: Bêşert teslimiyet.”
Tê zanîn ku berya şer Umman mêvandariya hevdîtina navbera DYA û Îranê kiriye.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




