Yekîtiya Ewrûpayê: Di rojeva me de guherîna rejîma Îranê tine

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê li hemberê guhertina rejîma Îranê bêdile û jê dûr disekine. Komîsyona YEyê dibêje ku li ser vê mijarê yekdeng nînin û dixwazin krîz di rêya dîplomasiyê de çareser bibe.
Berdevkê komisyona YEyê Anouar El Anouni mesafe danî navbera gotinên Îsraîlê yên ku Îsraîl behsa guhertina rejîma Îranê kir. El Anouni, li Brukselê ragihandin ku YE li ser mijarê hemfikir nînin.
Berdevk, ragihand ku YEyê givaş jî di nav de li ser temamê serikan axifîne û YE di mijarê de siyasetekî berfireh dimeşîne. El Anouni got ku nûnera bilind ya siyaseta ewlehiyê ya YEyê Kaja Kallas jî têkiliyên dîplomatîk dimeşîne û bi Îran, Îsraîl, DYA û welatên Kendavê re di nav têkiliyan de ye.
Netenyahû, bi daxwuyaniyên xwe yên dawiyê dibêje ku pêwiste rejîma Îranê bê guhertin lê welatên YEyê ji serî de di mijarê de muhafazakarin û ditirsin ku di Rojhilata Navîn de sînor biguherin.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




