Cenazeyê Ayşe Şan anîn Goristana Yenîkoya Diyarbekirê

PeyamaKurd – Ayşe Şan, ku piştî 29 salan wesiyeta wê hate bicihanîn, li Goristana Yenîkoyê ya li bajarê wê yê jidayikbûnê, li Dîyarbekirê hatiye veşartin.
Cenazeyê hunermenda Kurd Ayşe Şan ku di 18ê Kanûna 1996an de li Îzmîrê canê xwe ji dest da, piştî 29 salan ji mirina wê anîn Dîyarbekirê. Cenazeyê Ayşe Şanê saet 08:00ê sibê radestî Balafirgeha Dîyarbekirê hat kirin û li wir bi merasîmekê hat pêşwazîkirin.
Piştî merasîma pêşwazîkirinê, cenazeyê hunermend ji bo veşartinê anîn Goristana Yenîkoyê. Ayşe Şan dixwest berî mirina xwe li Dîyarbekirê were veşartin, û ev daxwaza wê piştî salan ji aliyê zarokên wê ve bi organîzekirina Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê pêk hat.
"Ew ê li bajarê xwe yê jidayikbûnê ber bi ebed ve were şandin"
Beriya definkirinê, dê meşek kurt ber bi gorê ve hebe. Piştî vê meşê, ku bi beşdariya welatiyan hate lidarxistin, Ayşe Şan wê li bajarê xwe yê jidayikbûnê ber bi ebed ve were şandin.





