Cenazê hunermenda Kurd Eyşe Şan piştî 29 salan neqlê Amedê dikin

Cenazê hunermenda Kurd Eyşe Şan piştî 29 salan neqlê Amedê dikin

PeyamaKurd – Cenazeyê hunermenda Kurd Ayşe Şan 29 sal piştê wefata xwe li welatê xwe ye. Bi pêşkêşvanîya rewşanbîr û nivîskara naskirî Yûksel Avşar, bi alîkarî û xebata Kurd-Kavê, rêvebirê weşanxaneya Doz Köroğlu Karaaslan, karsaza Kurd Nezahat Barutçu û rojnamevan Nacî Sapan pêvajo hat meşandin û proseya veguhestina termê Ayşe Şan bi dawî hat.

Şarederiya Mezin ya Diyarbekirê jî pêşwaziyê kir û sibê (18 Hezîran 2025) saet 10:00 an de termê gorbuhişt Ayşe Şan li goristana Yenikoy bi beşdariya hezkiriyên hunermenda navdar carek din tê veşartin.

Hemû hunerhez û hezkiriyên Ayşe Şanê bexwendîne bo merasima xaksipartina Eyşe Şanê.

Em hunermenda xwe carek din li welatê wê bi rê bikin.

Hunermend Eyşe Şan ji bilî yiyana xwe ya taybet bo hunera Kurdî xizmetekî baş kiriye, dengbêjeka baş ya Kurde û di dema plak an ku kawan derketin, ew bi Kurmancî kilaman digot, konseran dida, di radyoyên Kurdî de yên weka Radyoya Bexdayê Pişka Kurdî de kilaman digot.

Eyşe Şan bi gelek hunermendan re kilaman gotiye, bi taybetî kilamên duqolî bi dengbêjên wekî Îsa Berwarî û Cemîl Horo re gotiye, bi dengbêj Mehmûd Kızıl û Miçê Kahtayi re jî kilaman gotiye.

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.