Îngîltere, balafirên RAFê yên jet şand Rojhilata Navîn

Îngîltere, balafirên RAFê yên jet şand Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îngîltere John Healey ragihand ku jetên qraliyeta Brîtanyayê yên hêzên hewayî (RAF) şandine Rojhilata Navîn.

Ev tedbîr bi sedema tehdîda ku ji aliyê Îranê de were hat sitendin. Healey got ku jetan ji bo parastina xebatkarên Îngîltere û ji bo baweriyê bidin hevkarên xwe, şandine.

Li gor çapemeniya Brîtanyayê; ragihandina wezîrê berevaniyê yê Îngîltere Healey di konferansa ku li Enstituya Xizmetên Yekgirtî ya Qraliyetê (RUSI) de li ser pirsên mijarên di rojevê de bersivan da.

Healey got ku balafir dest pêkirine û gihane cîh û di rojên pêşde wê zêdetir balafiran bişînin Rojhilata Navîn. Li ser pirsa ku wê balafir Îsraîlê biparêzin an na de û di pirsa ku wê bikevin nav refên êrîşên balafiran yên ser Îranê de an na, wezîr bersivê neda.

Healey, tenha got ku wê balafir ji bo parastina heyiyên leşkerî yên Îngîltere yên li Ummanê û Kibris a Rûman biparêzin, şandine.

Wezîr bi terefan banga aramiyê kir û got ku çareseriya mayînde û aştî di çareseriya dîplomasiyê de ye.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.