Gallant: Yên aştiyê dixwazin bila xwe ji şer re amade bikin!
.jpg)
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Gallant ragihand ku artêşê êrîşên li dijî Hîzbullahê zêde kirine.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got ku artêşê êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Hizbullaha Lubnanê zêde kirine. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê, Gallant di civîna amadekariya awarte de derbarê êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Lubnanê yên li dijî Hîzbullahê de nirxandin kirin.
Gallant diyar kir ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Hîzbullahê bi 'dehêyekê' zêde kiriye. Gallant da zanîn ku berdêla şerekî muhtemel wê ji bo Îsraîlê giran be, lê ji bo Lubnan û Hizbullahê wê felaket be, Gallant destnîşan kir ku balafirên şer ên Îsraîlî ku niha li esmanê Lubnanê difirin, cebilxane barkirî ne ku dikarin herêmên dûr ên Lubnanê bixin.
"Kî aştiyê dixwaze bila xwe ji şer re amade bike"
Gallant di berdewamiya axaftina xwe de got, "Kî aştiyê dixwaze bila xwe ji şer re amade bike."
Ev nivîs 210684 car hatiye xwendin."Em dikarin li Beyrûtê û cihên din lêxin, ne tenê 20 kîlometre di hundirê sînor de, ji 50 kîlometreyan wêdetir. Ti niyeta me ya şer li Lubnanê tune. Bi gihiştina lihevkirinê, em dixwazin ku welatiyên Îsraîlî yên li bakurê Îsraîlê ji cih û warên xwe bûne vegerin malên xwe. Lê ger bijardeyek din tune be, em ê çalakiyan bikin da ku (niştecihan) vegerînin û ewlehiya wan misoger bikin."





