Hilbijartina taybet a Parlamentoya Iraqê dest pê kir: Zêdetirî 1 milyon 300 hezar kes deng didin
PeyamaKurd- Îro 9ê Mijdarê, dengdana taybet a ji bo hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê dest pê kir. Di hilbijartina taybet de mafê zêdetirî 1 milyon û 340 hezar endamên hêzên ewlehiyê û koçberan ê dengdanê heye. Hêzên Pêşmerge jî îro dengên xwe didin. Hilbijartina giştî jî 11ê Mijdarê tê lidarxistin.
Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay gotibû, prosesa dengdana taybet roja Yekşemê di saet 07:00ê sibê de dest pê dike û heta saet 18:00ê êvarê dê berdewam bike.
Xelay diyar kir, di dengdana taybet de 1,313,980 endamên hêzên ewlehiyê û 26,538 koçber mafê dengdanê hene. Ji bo vê prosesê, 809 navend û 4,501 wêstgehên dengdanê ji bo hêzên ewlehiyê, û 27 navend û 97 wêstgehên dengdanê jî ji bo koçberan hatine vekirin.
Berdevka Komîsyonê herwiha da zanîn, hejmara giştî ya namzedan ji bo hilbijartinan 7,744 kes e, lê heta niha 848 namzed ji pêşbirkê hatine dûrxistin.
Çend Amarên Parêzgehan
Parêzgeha Hewlêrê:
- Hejmara Kursiyan: 16 (4 kota ji bo jinan, 1 ji bo Mesîhiyan)
- Hejmara Kandîdan: 108
- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 1,087,880
Parêzgeha Silêmaniyê:
- Hejmara Kursiyan: 18 (5 kota ji bo jinan)
- Hejmara Kandîdan: 136
- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 1,201,658
Parêzgeha Dihokê:
- Hejmara Kursiyan: 12 (3 kota ji bo jinan, 1 ji bo Mesîhiyan)
- Hejmara Kandîdan: 59
- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 778,846
Parêzgeha Kerkûkê:
- Hejmara Kursiyan: 12 (3 kota ji bo jinan, 1 ji bo Mesîhiyan)
- Hejmara Kandîdan: 251
- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 958,141
Parêzgeha Neynewayê:
- Hejmara Kursiyan: 34 (8 kota ji bo jinan, 7 ji bo pêkhateyan)
- Hejmara Kandîdan: 1,047
- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 2,102,429
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.