Hûsiyan li Deryaya Sor keştiyeke barhilgir noq kir

Hûsiyan li Deryaya Sor keştiyeke barhilgir noq kir

PeyamaKurd – Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan û li Yemenê tevdigerin, li Deryaya Sor êrîşî keştiyeke barhilgir kir.

Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de keştiya bi navê Magic Seasê bi temamî noq bû. Keştiya bi ala Lîberyayê, ya şirketa Yewnanî Stem Shipping bû.

Moşekan agir berda beşa pêş a keştiyê û depoya duyemîn. Depoyên sotemeniyê yên keştiyê zirar dîtin û odeya motorê jî hate hedefgirtin, û bû sedema ku av bikeve hundirê wê.

Piştî êrîşê ekîbê keştî terikand û di nav ekîban de tu birîndar an jî mirin çênebû. Êrîş bi qasî 95 kîlometreyan li başûrê rojavayê Hudeydayê pêk hat.

Ev êrîşa yekem a Hûsiyan e li ser keştiyeke bazirganiyê ji Kanûna Pêşîn ve bû.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.