Trump: Me ji bo hevdîtinên bi Îranê re dîrokek diyar kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew hêvî dike ku "neçar nebin êrîşeke din li ser Îranê bikin" û hêviya xwe anî ziman ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bi dawî bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh got ku rayedarên Îranî ji bo nîqaşkirina bernameya nukleerî ya Îranê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re têkilî danîne. Hevdîtin di meha Nîsanê de dest pê kirin lê piştî ku Îsraîlê meha borî operasyonên leşkerî li dijî Îranê dest pê kirin, rawestiyan.
Trump ji rojnamevanan re got, "Me ji bo hevdîtinên bi Îranê re dîrokek diyar kiriye. Ew jî dixwazin biaxivin." Trump hefteya borî got ku hevdîtin dê di demeke nêzîk de ji nû ve dest pê bikin.
APyê ragihand ku Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff li kêleka Trump li ser maseyê rûniştibû û got ku civîn dê di demeke nêzîk de, dibe ku di nav hefteyekê de pêk were, lê Tehranê hîn piştrast nekiriye ku ew razî bûye ku bi Dewletên Yekbûyî re ji nû ve danûstandinan bike.
Îranê îdiayên Trump red kir
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ku digotin Îranê daxwaza hevdîtinê kiriye, li derewan gerand.
Ajansa Nûçeyan a Mehrî daxuyaniya nivîskî ya Bekayî li ser mijarê weşand. Bekayî got, "Ji aliyê me ve tu daxwaza hevdîtinê ji bo Amerîkayê nehatiye şandin."
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




