Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Akademiya Kurdî kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Tîrmehê pêşwaziya nivîskar û rexnegirê navdar û Serokê Akademiya Kurdî Heme Seîd Hesen kir.
Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê derbarê hevdîtinê de ragihand, di civînê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina rewşa rewşenbîrî li Kurdistanê û pêşvebirina ziman û wêjeya Kurdî û bi taybetî piştevanîkirina kar û çalakiyên Akademiya Kurdî, rewşenbîr û dezgehên çandî bi giştî bi hev guhertin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di civînê de, piştevanî û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevgera rewşenbîrî û hunerî li Kurdistanê tekez kir.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.





