Hakan Fîdan: Divê YPG sozên xwe bi cîh bîne

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, di civîna nefermî ya Wezîrên Derve yên NATOyê de ku li Antalyayê pêk hat, li ser Rojava Kurdistanê û Sûriyeyê û mijarên navneteweyî axivî.
Hakan Fidan diyar kir ku Tirkiye û Amerîka li ser polîtîkayên derbarê Sûriyeyê li hev kirine û vekişîna leşkerên Amerîkî ji herêmê mimkin e, eger şertên guncav pêk werin.
Wî bal kişand ser peymana di navbera YPG û rêveberiya Şamê de, ku di prensîbê de erênî ye, lê destnîşan kir ku YPG hîn gavên berbiçav neavêtiye.
Fidan tekez kir ku divê avahiya leşkerî ya YPGyê were hilweşandin û bi artêşa Sûriyeyê re were entegrekirin, da ku ewlehiya hemû welatiyan, tevî Kurdan, were misogerkirin. Wî got,
“Tenê divê hêzeke çekdarî ya rewa hebe.”
Hakan Fidan her weha ragihand ku hevdîtinên di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera, Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan de, bi rêya telekonferansê, encamên erênî dane.
Wî anî ziman ku aramî û ewlehiya Sûriyeyê pêşîniyek e û Tirkiye ji bo entegrekirina Sûriyeyê bi civaka navneteweyî re xebatên xwe didomîne.
Wî her weha êrîşên Îsraîlê wek gefeke li ser aramiya Sûriyeyê bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya Şamê bike.
Derbarê danûstandinên aştiyê yên Rûsya û Ûkraynayê de, Fidan got ku Tirkiye dê rola xwe ya navbeynkariyê berdewam bike û divê her du alî tawîzan bidin ji bo pêşveçûna diyalogê.
Wî tekez kir ku Tirkiye dê bi baldarî pêşketinên li Sûriyeyê û rojeva navneteweyî bişopîne û piştgiriya xwe ya dîplomatîk bidomîne.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.





