Trump cara ewilî got: “Dibe rejîma Îranê biguhire”

Trump cara ewilî got: “Dibe rejîma Îranê biguhire”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku biryara dê bikeve nav şerê Îranê an nekevê, daxwuyaniyekî nuh da û got:

“Dibe li Îranê rejîm biguhire. Di nava 1 seetekî de li Koşka Sipî em ê li ser mijara Îran-Îsraîlê hevdîtin bikin. Tehran dixwaze bi me re hevdîtin bike, em dikarin vêya bikin. Ez dibêjim çend hefte mabû ku Îran bibe xwediyê çekên nuklerî. Îran dixwest ew peyman bibe. Wê wextê peymanekî adilane bû lê niha zahmet e.

Tişta em dixwazin ne agirbese, bi eksa wê em tam serkeftinê dixwazin. Serkeftin ew e ku çekên nuklerî tine be. Eger çekên wê yên nuklerî hebûna wê bikarbaniya lewra wê nebin xwediyê çekên nuklerî.

Îran dixwaze li Koşka Sipî hevdîtin bike. Belkî dikarim vêya bikim. Me deriyê xwe negirtiye. Dibe hêjî bi Îranê re peyman bêgirêdan.”

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.