Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
PeyamaKurd – Şandeyeke bilind a Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro, 3yê Mijdarê, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re berê xwe da Girava Îmraliyê. Ev serdan piştî hingê pêk tê ku şandeya partiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtinek pêk anîbû.
Şandeya ku ji bo serdana Girtîgeha Îmraliyê bi rê ket, ji Cîgira Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzer Ozgur Faîk Erol ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê pêk dihat.
Li gorî agahiyan, armanca sereke ya vê serdanê ew e ku Bûldan û Sancar, agahî û encamên hevdîtina xwe ya bi Serokkomar Erdogan re ji Ocalan re ragihînin. Hevdîtina bi Erdogan re di 30ê Cotmeha 2025an, roja Pêncşemê, li Beştepeyê pêk hatibû.
Heyeta DEM Partiyê, herî dawî di 3yê Cotmeha 2025an de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû. Tê payîn ku di hevdîtina îro de, li ser pêşeroja pêvajoya siyasî û gavên ku di navbera hikûmet û aliyên peywendîdar de tên avêtin, nîqaşên kûr bên kirin.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.