Trump: Heger Hemas çekan bernede wê bê tunekirin
                    PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, daxuyaniya Welîhdê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman a li ser agirbesta Filîstînê gotibû “pêwendî bi avakirina dewleta Filistînê ve girêdayî ye” rexne kir û got, "Ez bawer nakim ku ew cidî be û ez bawer dikim ku ew dê beşdarî Peymanên Brahîm bibe."
Serokê Amerîkayê li ser pirsa "Hemas çawa dikare bê bêçekkirin?" got: "Eger ez bixwazim ez wan bêçek dikim û bi awayekî gelekî bilez jî, ji ber ku dê bên tune kirin."
Trump li ser bernameya atomî ya Îranê jî da zanîn ku ji bo aştiya herêmê asteng e û got, "Me Îran tune kir û paşê dema rawestandina şer hat, me jî rawestand".
Herwiha Trump got ku dibe çarçoveya Peymanên Brahîm were berfirehkirin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.