Sanogerê pispor Ahmet Gülhan koça dawiyê kir
                    PeyamaKurd – Şanogerê şanoya Tirkiyê Ahmet Gülhan di 85 saliya xwe de wefat kir. Gülhan bi karakterê "Mesela Muzaffer" û "Şüpheli Şemsettin" dihat naskirin û demekî kurt berê, jina wî ya bi navê Gülümser Gülhan wefat kiribû.
Ahmet Gülhan yek ji damezrênerê “Devekuşu Kabare Tiyatrosu” bû.
Ahmet Gülhan ne tenê şanoger lê di sinema û televîzyonê de jî xebitiye. Gülhan, di salên 1970an de bi Metin Akpınar û Zeki Alasya re şanoya navborî damezrandibû. Li ser dikê bi leystina xwe ya xwezayî, bi mîzaha xwe dihat naskirin.
Şanoger Gülhan her weha bi Ayşen Gruda, Bilge Şen û Nevra Serezli re li ser dike gelek caran şanogeriyê kiriye.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.