Rûsyayê bersiva Pasînyan da û Qira Ermenan a 1915'an bibîr xist

Rûsyayê bersiva Pasînyan da û Qira Ermenan a 1915'an bibîr xist

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, bersiva gotinên Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan da ku gotibû "Divê em ji şêwaza ramana ku ajanên KGBê ji bo me çêkirine, xilas bibin".

 Zaxarovayê got: "KGB di sala 1954'an de hate damezrandin. Qirkirina Ermenan jî li Dewleta Osmanî di sala 1915'an de dest pê kir, ango nêzîkî 40 sal berî damezrandina KGB'ê."

Paşînyan 11 roj berê di parlamentoyê de, dema ku behsa helwesta Ermenan a li hemberî Tirkan û Azerbaycaniyan kiribû, gotibû ku helwesta Ermenan a li hemberî Tirkan û Azerbaycaniyan ji aliyê KGB'ê ve hatiye şikilandin. Herwiha Paşînyan bal kişandibû ser pêvajoya aştiyê ya ku Ermenîstan bi Tirkiye û Azerbaycanê re dimeşîne û helwesta di navbera gelan de û wiha gotibû:

"Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku, tenê pencereyeke me heye û em ji wê pencereyê li dinyayê dinêrin. Lê em û ew pencere, pirsgirêka zelaliyê dijîn. Em dibêjin 'Tirk, Tirk dimîne', heman gotina pêşiyan li wir jî heye; ew jî dibêjin 'Ermen, Ermen dimîne'."

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.