Li Îtalyayê kuleya Qirna Navîn rûxiya: Kareker di bin de man

Li Îtalyayê kuleya Qirna Navîn rûxiya: Kareker di bin de man

PeyamaKurd- Li paytexta Îtalya Romayê, di dema xebatên restorasyonê de kuleya dîrokî ya Torre dei Conti ku ji sedsala 13'an maye, beşek wê hilweşiya. Di vê bûyerê de 3 karker birîndar bûn û karekerek di bin enqazê de ma.

Kule li navendê Romayê nêzî Kolêzyûmê ye û xebatên nûjenkirinê lê dihate kirin. Berdevkê Rêxistina Neteweyî ya Agirkujiyê got: "Em hewl didin wî zindî derxînin, lê rewş tevlîhev e ji ber xetera hilweşîna nû."

Serokê Herêma Lazio Francesco Rocca jî ji medyaya Îtalî re ragihand ku rewşa karkerên li nexweşxaneyê ne giran e.

Kule ji aliyê Papa III. Innocentius ve di destpêka sedsala 13'an de ji bo malbata xwe hatibû avakirin. Kule di destpêkê du qat ji bilindahiya îro bilindtir bû, lê piştî erdhejên sedsalên 14'an û 17'an zirar dîtibû û kurtir kiribûn. Proje ya nûjenkirinê ya 4 salan a Şaredariya Romayê didome ku dihat xwestin sala bê biqede.

 

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.