Îsraîlê projeya kampeke mezin li Xezeyê ragihand

Îsraîlê projeya kampeke mezin li Xezeyê ragihand

PeyamaKurd- Rayedarên Îsraîlê projeyek ji bo avakirina kampeke mezin li başûrê Xezeyê ragihandin ku tê de nêzîkî 600 hezar filistîniyên koçber wê bên bicihkirin.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku ev kampa ku wekî "bajarekî mirovî" tê binavkirin, dê di dema agirbesta 60 rojan de li ser xirbeyên Refahê were avakirin. Armanca vê projeyê "lawazkirina kontrola Hemasê" ye û kamp dê di bin çavdêriya navneteweyî de be, lê ewlehiya wê dê ji aliyê Îsraîlê ve were rêvebirin da ku pêşî li têketina endamên Hemasê bigire.

Ajansa Reutersê jî eşkere kir ku projeya kampê rasterast ji aliyê Weqfa Mirovî ya Xezeyê ve tê piştevanîkirin, ku ev weqf ji aliyê Îsraîlê ve hatiye damezrandin û ji aliyê Amerîkayê ve piştgirî tê dayîn.

Lê belê, Neteweyên Yekbûyî (NY) red kiriye ku ji bo avakirina kampê bi Îsraîlê hevkariyê bike.

Li gorî belgeyan, lêçûna vê projeya 2 mîlyar dolar e û di çarçoveya nêrîna berê ya serokê Amerîkayê Donald Trump a li hemberî Xezeyê pêk tê.

Ev proje di qadên erebî û navneteweyî de rastî nerazîbûnê tê û Hemas projeya avakirina kampê weke hewldanek ji bo dubarekirina modela "gettoyên naziyan" bi nav dike. Welatên wekî Norwec, Îzlanda, Fransa, Spanya, Îrlanda û Slovenyayê bi daxuyaniyên fermî ev plan şermezar kirin û hişyarî dan ku veguhastina bi zorê ya niştecihên Filistînê neqanûnî ye.

Misir û Erebistana Siûdî jî diyar kirin ku her cure koçberkirina Filistîniyan ji Xezeyê li derveyî sînorên wan "xeta sor e". Rêxistinên Mafên Mirovan (Human Rights Watch) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî plana koçberkirinê red kirin û daxwaza lêpirsînek navneteweyî ya lezgîn kirin.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.