Îtalya: Kesê ku ket ber motora balafirê can da

Îtalya: Kesê ku ket ber motora balafirê can da

PeyamaKurd - Li Balafirxaneya Bergamo ya Mîlanoyê ku dikeve bakurê Îtalyayê, bûyereke tirsnak qewimî.

Rêwiyekî ku bi bez çû qada firînê (apron), ber bi motora balafira li ber rabûnê ve bû ket û jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku ew kes ketiye nav motora balafirê û miriye.

Rayedarên balafirgehê ragihandin ku balafira ku ev bûyer tê de rû daye, diçû herêma Astûryas a li bakurê rojavayê Spanyayê.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber vê bûyerê, di firînan de bi awayê demkî derengî çêbûne, lê firîn piştî nîvro ji nû ve dest pê kirine. Lêpirsînek hatiye destpêkirin da ku were fêmkirin ka ew kes çawa ji derveyî balafirgehê gihîştiye qada apronê.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.