Îsraîl û Amerîka: Plana Îranê ya kustina balyozê Îsraîlê yê li Meksîkayê hat pûçkirin
PeyamaKurd – Karbidestên payebilind ên ewlehiyê yên Amerîka û Îsraîlê ragihand ku wan hewldaneke sûîqestê ya ji aliyê Îranê ve li dijî balyoza Îsraîlê yê li Meksîkayê, Einat Kranz Neiger pûç kiriye. Li hember van îdiayên giran, Balyozxaneya Îranê yê li Meksîkayê ev tohmet bi tundî red kir û weke "kampanyayeke derew û propagandayê" bi nav kir.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên Amerîkî û televîzyona Kanal 12ê ya Îsraîlê ve hatine parvekirin, plan ji aliyê Hêza Qudsê, şaxê operasyonên derve yê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatiye organîzekirin. Hat îdiakirin ku plan di dawiya sala 2024an de dest pê kiriye lê di sala 2025an de, bi hevkariya dezgehên ewlehiyê yên Meksîkayê hatiye têkbirin.
Karbidestekî Amerîkî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku "gef di vê gavê de hatiye jinavbirin." Çavkaniyên Îsraîlî kesekî bi navê Hesen Îzadî weke plansazê sereke yê komployê destnîşan kirin. Hat gotin ku Îzadî ji bo peydakirina ajanan, pêgeha Balyozxaneya Îranê ya li Venezuelayê û têkiliyên xwe yên li Amerîkaya Latîn bi kar aniye.
Îran: "Armanc xerakirina têkiliyên me û Meksîkayê ye"
Balyozxaneya Îranê ya li Meksîkayê di daxuyaniyeke fermî de ev îdia bi tevahî red kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev teqînên medyayê û derewên mezin tenê armanc dikin ku zirarê bidin têkiliyên dostane û kûr ên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Meksîkayê de."
Konteksta navneteweyî
Ev pêşhat di demekê de tê ku alozî di navbera Îran û hêzên rojavayî de zêde dibe. Çend hefte berê, Awisturalyayê balyozê Îranê dersînor kiribû û Tehran bi desttêwerdana di êrîşên şewitandinê yên li dijî kenîşteyeke li Melbourneyê û xwaringeheke koşer a li Sydneyê de tawanbar kiribû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku helwesta Meksîkayê ya li hember şerê Xezeyê ji gelek welatên din ên Amerîkaya Latîn dualîtir e. Her çend Meksîka piştgiriyê dide lêpirsîna li ser îdiayên sûcên şer ên Îsraîlê jî, lê di heman demê de têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tel Avîvê re didomîne.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.