Îsraîl û Yûnanistanê tetbîqata hewayî ya hevbes kirin

Îsraîl û Yûnanistanê tetbîqata hewayî ya hevbes kirin

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan tetbîqata hewayî ya hevbeş bi hêza hewayî ya Yûnanistanê re pêk aniye.

Daxuyaniyek fermî ragihand ku tetbîqata ku li Yûnanistanê hate lidarxistin, îro bi dawî bû.

Bi dehan balafirên şer ên Îsraîl û Yûnanistanê beşdarî tetbîqata ku roja Duşemê dest pê kir û tetbîqata dagirtina sotemeniyê ya hewayî jî di nav de bû, bûn.

Tetbîqat firîna operasyonel û operasyonên dagirtina sotemeniyê yên balafirên şer ên dûr-menzîl simulasyonê kir.

Li gorî agahiyan, Flota 120emîn a artêşa Îsraîlê beşdarî tetbîqata hewayî ya hevbeş bûye, ku salê çend caran tê lidarxistin.

Ev nivîs 15 car hatiye xwendin.