Îsraîl: "Li Sûriyê çeperên berê yên leşkerî hatin rûxandin"

Îsraîl: "Li Sûriyê çeperên berê yên leşkerî hatin rûxandin"

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hinek çeperên berê yên leşkerî yên li Sûriyê hatine rûxandin.

Daxuyaniya artêşê ku li ser hesabê wê yê fermî yê medyaya civakî hatiye parvekirin, diyar kir ku "çalakiyên operasyonel ên hedefgirtî li Sûriyeyê berdewam dikin."

Daxuyanî wiha ye:

"Di yek ji van operasyonan de, leşkerên Tûgaya Çiya (Tugaya 810 ya rezervê) ligel yekîneya Yehalom a bijarte, çend çeperên leşkerî yên berê yên rejîma Sûriyê wêran kirin. Van çeperan rasterast metirsiyek li ser çeperên IDFê yên li herêma Hermonê bûn, ji ber ku xeta çeperên dijmin li ser lûtkeya Hermonê bûn. Girên Golanê.”

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.