Şanda DEM Partiyê çû serdana Ocalan

PeyamaKurd- Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike çû Girava Îmraliyê.
Hate ragihandin ku şanda DEM Partiyê ji parlamenterên partiyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Faîk Erol pêk tê.
Biryar e şande peyamên Ocalan ên derbarê çekdanîna PKKê û gavên bo pêşxistina pêvajoyê bi raya giştî re parve bike û piştî hevdîtinê ligel deshilatdariya Tirkiyê civînan pêk bîne ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, ew dê bi şanda DEM Partiyê re rojên pêş bicive.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




