Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama taziyê da Tirkiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama taziyê da Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema 12 leşkerên Tirkiyê li Kurdistanê di şikeftê de bi gaza metanê bi jehrê ketin û can dan, ji bo wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Güler peyama taziyê şand.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo leşkerên di şikeftê de bi jehrê ketin û mirin sersaxiyê daye wezîr Güler.

Barzanî ji bo malbatên leşkerên can dane sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfayê xwest. Barzanî got ji bo li herêmê aştî, ewlehî û îstîqrar pêkwere, wê Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re hevkariya xwe dewam bike.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.