"Ji Îsraîl û Amerîkayê çêtir hevalbend tune ye"

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Ji Îsraîl û Amerîkayê çêtir hevalbendê me tune ye."
Netanyahu li Ofîsa Serokwezîr a li Orşelîma Rojava bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re, ku bi serdaneke fermî li welêt e, civiya.
Netanyahu piştî civîna nêzîkî sê saetan di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de daxuyanî da.
Netanyahu diyar kir ku Trump dostê herî mezin ê Îsraîlê ye li Qesra Spî û got:
"Îsraîl û Amerîka hevalbendên herî baş in. Amerîka li dijî terorê li kêleka Îsraîlê ye. Em ê bi hêzeke mezin ji bo parastina welatên xwe bi hev re tevbigerin."
Netanyahu diyar kir ku ew berpirsiyariya tevahî ya êrîşa li ser rêberên Hamasê li Dohayê qebûl dikin û diyar kir ku helwesta wan dişibihe ya ku Amerîkayê piştî êrîşên 11ê Îlona 2001an şopand.