Ji Serokomariya Iraqê daxuyaniya çekdanîna PKKê

Ji Serokomariya Iraqê daxuyaniya çekdanîna PKKê

PeyamaKurd- Serokomariya Iraqê ragihand ku destpêkirina çekdanîna PKKê xaleke girîng e di hewildanên bidestxistina aştî û aramiya demdirêj de. Di daxuyaniya Serokomariyê de hat gotin ku wan bi kêfxweşî pêşwaziya ragihandina destpêkirina pêvajoya bêçekkirinê ya PKKê kirine, ku ew gaveke girîng û dîrokî ye ji bo bidawîkirina pevçûnên çekdarî yên bi dehan salan berdewam û binpêkirinên ewlehiyê yên ku bûne sedema mirina bi hezaran sîvilan.

Hate diyarkirin, ev pêşketin rê li ber paşerojeke aramtir û ewletir vedike û hêviyên ji bo aştî û hevkariya avaker li seranserê herêmê xurtir dike.

Serokomariya Iraqê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew piştgiriyeke tam didin vê gavê û biryardariya xwe careke din tekez dikin ku beşdarî hemû hewldanan bibin ji bo serkeftina wê proseyê daku bi girtina rûpeleke bi êş di dîroka hevpar de û rûpeleke nû li ser bingeha diyalog, hevkarî û têgihiştina hevbeş bê vekirin.

Herwiha hat tekezkirin ku tê payîn ev gav pêwendiyên dualî yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de xurt bike, ku li ser bingeha rêzgirtina hevdu, berjewendiyên hevbeş û vîzyoneke hevpar a ji bo ewlehiya herêmî û geşedanê hatine damezrandin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.