SOHR: 142 zarok ji paşmayên şer mirin û 298 jî birîndar bûn

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) amarên 7 mehan ên qurbaniyên zarok ên paşmayên şerê Sûriyê eşkere kir.
SOHRê îro 13ê Tîrmeha 2025an ragihand, ji 8ê Kanûna 2024an heta 12ê Tîrmehê, 142 zarokan di teqîna paşmayan de can dane û 298 zarokên din jî birîndar bûne.
SOHRê bang li rêxistinên Navdewletî yên mafên mirovan û zarokan kir ku destwerdanê bikin daku zarok ji vê metirsiyê werin parastin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, paşmayên şer li seranserê Sûriyê hîn metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdikin. Piştî ruxana Rêjîma Esed bi sedan zarokan li deverên cuda yên Sûriyê can dane û birîndar bûne.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




