PDK: Aliyên Iraqê soza çareserkirina pirsa mûçeyan dan

PeyamaKurd- Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.
Barageha Barzanî doh Şemiyê ragihand, Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo nirxandina helwesta pêwîst li hember pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de yên li ser mijarên mûçe, budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, civiya ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên, piştî danûstandinên li gel aliyên siyasî yên Iraqê vegeriyaye Kurdistanê û ji Polîtbîroya PDKê re ragihandiye ku aliyên siyasî, kesayet û hikûmeta federal ji bo çareserkirina kêşeyê soz dane ku di rojên pêş de pirsgirêka şandina mûçe û mafên darayî çareser bikin.
Barageha Barzanî eşkere kir, li ser bingeha vê daxwaz û soza ku ji aliyê kesayetiyên siyasî û hikûmeta federal ve hatiye dayîn û ji bo berdewamkirina diyalogeke aram û bi berçavgirtina rewş û berjewendiyên giştî, wek derfeteke dawî, li benda gavavêtina hikûmeta Bexdayê ne ji bo dîtina rêçareyekê.
Herwiha hate tekezkirin: "Her dem baweriya me bi diyalogê hebûye û heke rêya gotûbêjan vekirî be, em jî pêşwazî lê dikin ku kêşeyan bi lihevkirinê çareser bikin."
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




