Serokê Sûriyê şara li Azerbeycanê seredana İlham Aliyev kir

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Ahmed Şara çû Azerbeycanê û seredana serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev kir. Li gor ragihandina ajansa dewleta Azerbeycanê AZERTACê; Îlham Aliyev li Azerbeycanê li balafirgehê ji aliyê Îlham Aliyev de bi merasim hat pêşwazîkirin.
Di merasimê de yekem cîgirê serokê Azerbeycanê Yakup Eyyubov, cîgirê wezîrê karên derve Fariz Rzayev û rayedarên din hebûn.
Di hevdîtinê de Aliyev got ku di wexta Beşar Esad de navbera Sûriyê û Azerbeycanê qet baş nebû û têkilî rawestiyabûn. Dema rêvebiriya niha hat ser îdara Sûriyê nêrîna Aliyev guheriye û dixwaze têkiliyan bi Sûriyê re pêş bixe.
Serokê Sûriyê Şara bi sedema pêşwaziya germ ya Azerbeycanê sipasiya Azerbeycanê û Aliyev kir. Şara got ku desthilata berê bi gelek welatan re û bi Azerbeycanê re jî têkiliyên xwe xerab kiribû lê êdî Sûriye dikare bi Azerbeycanê re têkiliyên siyasî, aborî, çandî, mirovî û di sehayên din de pêş bixe.
Di hevdîtinê de behsa gaza Azerbeycanê ku di ser Tirkiyê de here Sûriyê û di mijarê de hevkariyê bikin, hat xeberdan. Şara ragihand ku Azerbeycan dikare çareseriya gaza Sûriyê bike û wê gaz di geşepêdana Sûriyê de bibe xwediyê roleka girîng.
Di hevdîtinê de di navbera her dû welatan de li ser hevkariya perwerdê, çandê û mirovî axifîn, ji bo xwendevanên Sûriyê li Bakuyê bixwînin derfeta bûrsê û ji bo nûkirina berhemên dîrokî danûsitendinan kirin.
Tecrubên Azerbeycanê yên piştî şerê bi Ermenistanê re ku bidest xistine, wê li Sûriyê ji bo avakirina ji nûh da ya Sûriyê bibe mînak û ji nûh de karibin ava bikin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




