Barrack: Sûriye, ji aliyê aboriyê û dîplomasiyê de pêş dikeve

PeyamaKurd – Balyozê DYAyê yê Ankara û nûnerê taybet yê bo Sûriyê Thomas Barrack li ser axaftinên ku di CNNê de bi zindî kiribû got:
“Daxwuyaniyên min yên do ji bo Lubnane tehdîd nînin lê ji bo pêşdeçûna Sûriyê pesindayine. Piştî serok Trump givaşên ser Sûriyê rakir, Sûriye piştî wan di têkiliyên herêmê û veberhênanê de bilez ket nav tevgerê.”
Daxuyaniyên Barrack yên do kir, ew bi xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di raya giştî de şaş hatine fêmkirin, di nav gotinên wî de tehdîda li ser Lubnanê tineye û got:
“Daxwuyaniyên min yên do pesnê pêşdeçûna Sûriyê dida, ne tehdîda ser Lubnanê. Tişta ku min dît, piştî rakirina givaşên ser Sûriyê, rayedarên Sûriye bilez ketin nav tevgerê: Veberhênanên ku ji Tirkiyê û Kendavê tên kirin, têkiliyên dîplomatîk yên bi welatên cîran re û vizyona zelal ya dahatûyê.
Ez bawerim ku lîderên Sûriyê bi Lubnanê re dixwazin bi hev re bijîn û refahê dixwazin. DYA amade ye ku destekê bide her dû welatên ku dixwazin wekî cîran û wekhev, bi hev re bijîn.”
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




