Knessetê pêsnûmeyasaya ku rêya darvekirinê vedike pesend kir
PeyamaKurd- Komîteya Niştimanî ya Ewlekariyê ya Knesset a Îsraîlê (Parlamentoya Îsraîl) pêşnûmeyasaya ku destûrê dide cezayê îdamê pesend kir.
Pêşnûmeyasa ji aliyê partiya Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê rastgirê tundrew Itamar Ben-Gvir ve hatibû pêşkêşkirin.
Piştî gotûbêjên li Knessetê pêşnûmeyasa çû ber dengdanê û cardin hate pesend kirin.
Li gorî biryarê dadgehên Îsraîlê cezayê îdamê ji bo kesên ku welatiyekî Îsraîlî bi "sedemên neteweperestî" bikujin ferz bike. Knessetê herwiha bi vê biryarê re rê da ku girtiyên Filistînî jî bi cezayê îdamê bên cezakirin.
Di rûniştinê de, Koordînatorê Girtî û Windabûyan Gal Hirsch, diyar kir ku wî berî rûniştinê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re hevdîtineke kurt pêk anîbû û Netanyahu jî piştgiriya xwe ji bo pêşnûmeyasayê nîşan daye.
Hêjayî gotinê ye, biryar cezayê îdamê ji bo hemwelatiyên Îsraîlî yên ku Filistîniyekî bikujin li xwe nagire. Tê çaverêkirin pêşnûmeyasa roja Çarşemê di Meclîsa Giştî ya Knessetê de biçi ber dengdanê ku piştî pesendkirina sê caran jî bikeve pratîkê.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.