Koreya Bakur ceribandinên moşekên balîstîk ên li herêmê zêde dike: Rageşî li herêmê zêde dibe

PeyamaKurd – Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku Koreya Bakur moşekek balîstîk a menzîla kurt ber bi Deryaya Japonyayê ve ceriband.
Ajansa nûçeyan a Yonhap, ku xwe dispêre daxuyaniyek ji Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr, ragihand ku Koreya Bakur ceribandina moşekî kiriye.
Di navbera saet 08:10 û 09:20an de li gorî dema herêmî çend moşekên balîstîk ên menzîla kurt ji herêma Wonsan a li rojhilatê welêt hatin avêtin.
Moşekên ku ber bi bakur-rojhilat ve diçûn û gihîştin bilindahiya herî zêde 100 kîlometreyan, di hewayê de bi qasî 800 kîlometreyan rêwîtî kirin û ketin Deryaya Japonya.
Serfermandariya Giştî ya Koreya Başûr destnîşan kir ku çalakiyên çavdêriya dijî moşekan û parvekirina agahiyên nêzîk bi Dewletên Yekbûyî û Japonya re berdewam dikin.
Wezareta Parastinê ya Japonyayê herwiha ragihand ku tê texmînkirin ku hemû moşek li derveyî Herêma Aborî ya Taybet (EEZ) ya neteweyî ketine.
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.




