DEM Partî li ser koça Sırrı Süreyya Önder daxwuyanî da

PeyamaKurd – DEM Parti, li ser koça dawiyê ya Sırrı Süreya Önder peyama sersaxiyê belav kir. DEM Partî di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Endamê heyeta me ya Îmraliyê û wekîlê serokê meclisê Sırrı Süreyya Önder jiyana xwe ji dest da. Bo gelên Tirkiyê, malbata wî û hezkiroxên wî sersaxiyê dixwazin. Bi bihayê dana canê xwe, ew têkoşîna aşityê meşand û em ê bi liyaqatê ji bîranîna wî re xwedî derên.”
Sırrı Süreya Önder ji Turkmenê Semsûrê (Adıyaman) bû û di sala 1962an de hatibû dinyayê. Parlementerê DEM Partiyê û wekîlê serokê meclisa Tirkiyê bû. Hem endamê heyeta Îmraliyê bû.
Di 18ê Nîsanê de bi sedema krîza dil biribûn nexweşxanê û emeliyat kiribûn. Heya niha di beşa hûrlênêrînê de bû. Di 3 Nîsan 2025 seet di 16.10an de jiyana xwe ji dest da.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




