Îran, piştî hevdîtina bi DYA re daxwuyanî da

Îran, piştî hevdîtina bi DYA re daxwuyanî da

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi piştî hevdîtina bi DYA re ya li Ummanê, cara ewilî daxwuyanî da û got:

“Ev nayê vateya ku em li ser temamê mijaran li hev dikin û çareser bûne. Di mijarên giştî û di hûrahiya mijaran de hêjî fikrên me yên cuda hene.”

Arakçî, daxwuyaniya xwe di televizyona Îranê ya dewletê da û weha dewam kir:

“Li gor hevdîtinên berê baştir derbas bû. Em ketin nav detayan û mijarên teknîkî. Tevlîbûna pisporan jî zahf baş bû. Bo serkeftinê divê daxwazên her dû terefan bên pêşwazîkirin. Hinek mijar ciddîne ku em li ser wan li hev nakin û hinek ji wan normalin. Roja Şemiya bê wê hevdîtinên me yên 4an çêbibin.”

Wê ciyê hevdîtinê û detayan ji aliyê Ummanê de bê destnîşankirin. Di hevdîtina bê de car din wê wezîr Arakçi û ji aliyê DYAyê Witkoff di civînê de hebin. Di civîna bê de wê ji Navenda Atomî ya Navdewletî pisporekî jî tevlî civînê bibe.

Arakçi, her weha ragihand ku ji hevdîtinan û pêşdeçûnan raziye.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.