Partiya DEMê êrîşa sûîqestê ya li ser Sirri Sureyya Onder piştrast kir

PeyamaKurd – Partiya DEMê îdiayên ku dibêjin hefteyek berî nexweşiya Cîgirê Serokê Meclisa TBMMê û Parlamenterê Stenbolê yê Partiya DEMê Sırrı Sureyya Onder, planeke kuştinê di otomobîla wî de hebû, piştrast kir.
Partiya DEMê daxuyaniyek da û got, "Di 2ê Nîsanê de, dema ku Sirrı Sureyya Onder otomobîla xwe diajot, xebatkarê parkkirinê ji dengê lastîkan guman kir û otomobîl bir servîsê. Di lêkolînê de hat dîtin ku amûrek tûj a ji hesin hatiye danîn ku dikaribû lastîka çepê ya paşîn a otomobîlê biteqîne."
Daxuyaniya nivîskî ya Partiya DEMê bi van gotinan dest pê dike: "Pêdivî ye ku derbarê nûçeya di hin dezgehên çapemenî û weşanê de ku li ser endamê Komîteya Îmraliyê û Cîgirê Serokê Meclîsê yê me yê rehmetî Sırrı Sureyya Onder hewldana kuştinê hatiye kirin, daxuyaniyek were dayîn."
Tê tekez kirin ku "di 2ê Nîsanê de, dema ku Sırrı Sureyya Onder otomobîla xwe diajot, karmendê parkkirinê ji dengê lastîkan guman kir û otomobîl bir servîsê."
Di encama lêpirsînê de, hat tomarkirin ku "amûrek tûj ji hesin hatiye danîn ku dikaribû lastîka paşîn a çepê ya wesayîtê biteqîne."
Her çiqas hate gotin ku Onder bûyer aniye desteyên partiyê û lêkolîn û nirxandinên pêwîst hatine kirin jî, wiha hate domandin;
"Bûyer û delîlên pêwendîdar ji rayedarên fermî re hatine şandin. Hem partiya me û hem jî Birêz Onder mijarê ji nêz ve dişopînin."
"Ji ber hesasiyeta lêpirsînê, mijar ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.
"Derbarê lêkolîn û lêpirsîna berdewam de hîna encamên zelal ji me re nehatine ragihandin."
Ev îdia yekem car ji aliyê Serokê Partiya Welatparêz Doğu Perinçek ve hate kirin. Perînçek di daxuyaniya xwe ya li ser kanala Ulusal de diyar kir ku wî Sirri Sureyya Onder li hember hewldana sûîqestê hişyar kiriye.





