Sırrı Süreyya Önder jiyana xwe ji dest da

Sırrı Süreyya Önder jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Parlementerê DEM Partiyê, endamê heyeta İmraliyê û hem cîgirê serokê meclisa Tirkiyê Sırrı Süreyya Önder di 15ê Nîsanê de bi krîza dil biribûn nexweşxanê, ew emeliyat kiribûn û heya niha di beşa nexweşxanê ya hûrlênîrînê de dima.

Önder 18 roje di nexweşxanê de ye û bi sedema nexweşîna dilî, di 62 saliya xwe de wefat kir. Li ser koça dawiyê ya Önder nexweşxane weha got:

“….Birêz Sırrı Süreyya Önder, di nexweşxana me de di roja 18an de di beşa me ya hûrlênêrînê de, bi sedema têrnekirina organan di 3 Nîsan 2025 seet di 16.10an de jiyana xwe ji dest da. Serê malbat û hezkiriyên wî bila sax be.”

Sırrı Süreyya Önder herî dawiyê di çarçova seredanên xwe ya bo partiyên siyasî ya bo çekdanîna PKKê di 18ê Nîsanê de bi Partiya Watanê re ku serokê wê Doğu Perinçek e re hevdîtin kiribû.

Piştî birina wî nexweşxanê 12 seet di emeliyatê de mabû û ji dilê wî ew emeliyat kiribûn.

Önder ji xelkê Semsûrê (Adıyaman)ye bi eslê xwe Turkmen e. Di sala 19762an de hatiye dinyayê. Derhênerê sînama, sanarîst, leystikvan, rojanmevan bû. Heya niha ew parlementerê Îstenbolê yê DEM Partiyê û hem wekîlê serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) bû.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.