SOHR: Çekdaran 3 elewî kuştin, 2 ji wan bira ne

SOHR: Çekdaran 3 elewî kuştin, 2 ji wan bira ne

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Humisê yê Sûriyeyê 3 kes ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin ku du kes ji wan birayên hev in.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şevê din li Kolana Zîr a taxa Kerem Zeytûn a bajarê Humisê komeke çekdar ku nehat zanîn kî ne, bi ser mala welatiyekî Elewî de girtin.

SOHRê diyar kir ku çekdaran di sergirtina malê de 2 bira kuştin û cenazeyên wan avêtin kolanê.

Li gorî SOHRê, li bajarokê Kefer Aya jî yê heman bajarî cenazeyê endazayarekî Elewî yê ji gundê Şeîratê hat dîtin. Hate zanîn ku endazyar di kolana bîran de dixebitî û piştî ku çûbû ser karê xwe agahî jê nehatibû standin.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.