Trump: Elon dikare heta ku bixwaze di nav rêveberiyê de bimîne

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku milyarderê Amerîkî Elon Musk, ku tê payîn di demek nêzîk de ji posta xwe ya fermî di hikûmetê de derkeve, dikare "heta ku bixwaze" di rêveberiyê de bimîne.
Serokê Amerîkayê Trump di civîna kabîneyê ya li Qesra Spî de li ser rewşa Musk, ku berpirsê Wezareta Karîgeriya Hikûmetê (DOGE) bû, axivî.
Trump ji Musk re got, ku tê gotin ew ê di demek nêzîk de ji posta xwe ya hikûmetê derkeve da ku li ser rolên xwe yên li şîrketên wekî Tesla û SpaceX bisekine û got, "Tu dikarî li vir bimînî heta ku tu bixwazî."
Trump destnîşan kir ku Musk di mijarên wek biçûkkirina hikûmeta federal û pêşîlêgirtina îsrafê da roleke cidî lîst û wiha got, "Li hemberî Elon Musk neheqiyeke mezin hat kirin. Bi rastî jî gelek fedekarî kir."
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.