Koreya Basûr: Koreya Bakur mosekek ber bi Deryaya Japonyayê ve avêt!
PeyamaKurd - Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur moşekek balîstîk a nenas ber bi Deryaya Japonyayê (Deryaya Rojhilat) ve avêt.
Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur moşekek balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêt.
Li gorî Yonhapê, Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr (JCS) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku moşekek balîstîk ji herêma Taegwan a Parêzgeha Pyongan a Bakur di saet 12:35an de bi dema herêmî hatiye avêtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hûrguliyên di derbarê celeb û menzîla moşekê de têne analîzkirin, lê hûrguliyên din nehatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çalakiyên çavdêriyê yên li dijî avêtinên potansiyel zêde bûne û artêş bi berdewamî agahiyan bi DYA û Japonyayê re parve dike.