Krîza hikûmetê li DYAyê: Bi sedan gestên hewayî hatin betalkirin

Krîza hikûmetê li DYAyê: Bi sedan gestên hewayî hatin betalkirin

PeyamaKurd – Piştî fermana Rêveberiya Hewayî ya Federal (FAA) ya kêmkirina trafîka balafirgehan ji ber girtina hikûmetê, şîrketên hewayî yên DYAyê dest bi betalkirina bi sedan geştan kirin.

Bandora neyînî ya girtina hikûmetê ya herî dirêj di dîroka DYAyê de bandorê li welêt dike.

Li gorî daneyên ku ji FlightAware, malperek ku geştên hewayî li welêt dişopîne, bi awayekî demkî têne nûvekirin, îro 964 geşt hatin betalkirin û 4,924 jî hatin paşxistin.

Di bersiva fermana FAAyê ya kêmkirina qerebalixiya trafîka hewayî de, 40 balafirgehan, di nav de yên li New York, Chicago, Washington û çend bajarên din ên metropolîtan, kapasîteya xwe ya geştê kêm kirine.

Wezîrê Veguhestinê yê DYAyê Sean Duffy ragihand ku 40 balafirgeh wê kapasîteya xwe ya geştê ji sedî 10 kêm bikin da ku zexta li ser kontrolkerên trafîka hewayî ji ber girtina hikûmetê sivik bikin.

Tê payîn ku ev tedbîr ji saet 6ê sibê heta 10ê êvarê bi dema herêmî di meriyetê de be û wê bandorê li hemî şîrketên hewayî yên bazirganî bike.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.