40 welatiyên girtî yên Herêma Kurdistanê ji Libyayê hatin vegerandin

40 welatiyên girtî yên Herêma Kurdistanê ji Libyayê hatin vegerandin

PeyamaKurd- Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, 40 welatiyên Herêma Kurdistanê yên girtî ji Libyayê bo Kurdistanê hatine vegerandin.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 26ê Cotmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir, “40 welatiyên Herêma Kurdistanê piştî ku bi awayekî neqanûnî rêya derve dabû ber xwe, li welatê Libyayê hatibûn girtin û rûbirûyî rêyeke nexweş û dijwar bûbûn.”

Hate diyarkirin: “Li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêkarên pêdivî ji bo vegerandina wan hatin bicihanîn û ew li serê sibeha îro gihîştin Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê.”

Fermangehê da zanîn, “Piştî gihîştina wan ji bo Herêma Kurdistanê, tîmên Wezareta Navxwe û Nivîsgeha Têkiliyên Derve û tîmên bijîşkî û alîkariyê bi azadkiriyan re bûn û pişkinînên pêdivî yên bijîşkî jê re hatine kirin.”

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dawiyê jî ragihand: “Piştî temambûna rêkarên piştrastbûna ji silametiya wan, tevaya ciwanên azadkirî ji bo kesûkarên wan hatin vegerandin.”

Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.