Di navbera HSD û çekdaran de şer derket
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li parêzgehên Dêrazorê û Laziqiyeyê di navbera hêzên HSDê û Şamê de pevçûnên leşkerî û operasyonên ewlehiyê rû dan.
Li gorî medyaya Sûriyê, li Dêrazorê, li bajarokên Mehkan û Kişmeyê, bi rêya bikaranîna çekên giran û topan, di navbera artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pevçûn çêbûn.
Derbarê wan pevçûnan de daxuyaniyên fermî nehatine dayîn, lê wekî sedema van rûbirûbûnan astengîyên li pêşiya bicihanîna peymana di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de tê nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, 10ê Adara 2025an de di navbera HSDê û Hikûmeta Şamê de peymanek hatibû îmzekirin, tê de xalên wekî; Yekkirina dezgehên sivîl û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê, Dabînkirina mafên destûrî yên Kurdan, vegera awareyan cî digirt.
Rêveberiya Xweser, israr dike ku cihekê taybetî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de biparêze, ku ji hêla Şamê ve ev tê redkirin. Herwiha Rêveberiya Xweser daxwaza sîstemeke nenavendî dike, lê Hikûmeta Sûriyeyê li ser dewleteke navendî israr dike.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.