Li navçeya Kulu ya Konya erdhejeke bi hêza 5.2 çêbû

Li navçeya Kulu ya Konya erdhejeke bi hêza 5.2 çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Konya navçeya Kulu ya piraniya xelkê wê Kurd in, îro 15ê Gulanê li demjimêr 15:46an erdhej çêbû.

Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku navenda erdejhê Kulu ye û hêza wê jî 5.2 pile ye.

Erdhej di kûrahiya 18.73 kîlometreyan de qewimî û navenda wê jî bakurê navçeya Kulu ya Konyayê ye.

Heta niha derbarê ziyanên canî û malî de ti agahî tune ne. Rayedarên herêmî û AFAD lêkolîn û lêgerînên xwe didomînin.

Hemwelatiyên li herêmê tên hişyarkirin ku li hember erdhejên piştî vê erdhejê hişyar bin û rêzikên ewlehiyê bişopînin.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.