Li Teksasa Amerîkayê ji ber lehiyê 13 kesan can da

PeyamaKurd – Barana gurrli eyaleta Teksasê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûn sedema lehiyê û herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest da.
Tê ragihandin ku 20 zarokên li kampeke li herêma Hill Countyê ji piştî lehiyê winda bûne.
Berpirsê Kerr County, Larry Leitha, di civîneke çapemeniyê de ragihand ku 13 kes li navenda eyaletê, Kerr Countyê, ku yek ji herêmên herî zêde bandor bûye, mirine. Leitha diyar kir, "Xebatên me ji bo eşkerekirina nasnameya qurbanên din berdewam dikin. Dibe ku ev pêvajo çend rojan bidome."
Wî hişyarî da ku ji ber lehiyê, hejmara miriyan dibe ku zêdetir bibe. Cîgirê parêzgarê Teksasê Dan Patrick jî di axaftineke li Houstonê de, behsa 20 zarokên li Kampa Mystic, kampeke havînê ya taybet a Xiristiyan a keçan kir û got, "Ji ber lehiyekp agahî derbarê van zarokan de tune. Ev nayê wê wateyê ku ew winda ne, dibe ku di nav daran de bin an ji cihê xwe dûr ketibin."
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, 14 helîkopter, 12 dron û 500 kes ji tîmên awarte beşdar bûne. Lehiya bilez a li Çemê Guadalupe, ku ji ber baranên ji nişka ve yên şeva borî li Kerr County rabû, bû sedema wêranîyeke mezin.
Parêzgarê Teksasê Gregg Abbott li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku hemî çavkaniyên eyaletê ji bo têkoşîna li dijî lehiyê hatine seferberkirin.
Herwiha, li eyaleta New Jerseyê, pêr ji ber bahozê darek li wesayîtekê ket û 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.





