Îngîltere car din têkiliyên dîplomatîk bi Sûriyê re danî

Îngîltere car din têkiliyên dîplomatîk bi Sûriyê re danî

PeyamaKurd – Îngîltere piştî 14 salan ku rejîma Baasê nema û Beşar Esad ji Sûriyê çû, ji nûh de têkiliyên xwe bi Şamê re danî. Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê David Lammy seredana Sûriyê kir û desteka xwe ji bo avakirina Sûriyê ragihand.

Wezareta karên derve ya Îngîltere got ku wezîr
David Lammy bi fermî seredana Şamê kiriye. Lammy li Şamê ji aliyê Ahmed Şara de hatiye qebûlkirin. Di hevdîtina Şara û Lammy de wezîrê karên derve yê Şamê Esad Hasan Şeybani amade bûye, gotiye ku destekê dide Sûriyekî bi ewle, mureffeh û gotiye pêvajoya demkî ya Sûriyê divê bêhtir berfireh be.

Lammy gotiye ku Sûriya bi îstîqrat di berjewendiya Îngîltere de ye, dixwaze ji nemana DEAŞê emîn be û Sûriye nekeve kemîna qaçaxçiyan.

Lammy, bi xebatkarên Baretên Sipî re civiyaye û ji bo nemana çekên kîmyewî yên li Sûriyê ji bo Rêxistina Bergirtina li Çekên Kîmyewî wê 2 milyon Sterlin destekê bide. Wezîr her weha dezgeyên ku jin di wan de dixebitin ziyaret kir.

Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku Îngîltere ji bo bazirganî û xizmetên mirovî wê 94,5 milyon Sterlin (5,1 milyar dolar) destekê bide Sûriyê. Lammy gotiye:

“Min bi çavên xwe dît ku piştî çûna Esad xelkê Sûriyê ji bo avakirina welatê xwe û jiyana xwe çewa dixebitin. Danîna pêwendiyan bi Sûriyê re wê di berjewendiyên Îngîltere de be, ji bo hukumeta nû, ji bo avakirina Sûriya bi îstîqrar û bi ewle eger em destekê bidin Sûriyê wê di berjewendiyên me de be.”

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.