Elon Musk ‘Partiya Amerîka’ damezrand: Prensîbên partiyê eşkere bûn

PeyamaKurd- Mîlyarderê Amerîkî û CEOyê kompaniyên wekî platforma medya civakî X, otomobîlên Tesla û SpaceX Elon Musk, bi awayekî surprîz ket nav qada siyasetê û ragihand ku wî partiyeke nû ya siyasî bi navê "Partiya Amerîkî" damezrandiye.
Partî bi daxuyaniyekê ji navenda Musk a li Kalîforniyayê ji raya giştî re hate nasandin.
Musk diyar kir, prensîbên sereke yên partiya nû dê pêşketina teknolojîk, azadiya aborî û azadiya derbirinê be. Di bernameya partiyê de, kêmkirina burokrasiyê, zêdekirina veberhênanên di warê îstîxbarata çêkirî û keşfên fezayê de, û parastina mafên dîjîtal ên welatiyan wekî mijarên sereke bin.
Wekî tê zanîn li Amerîkayê hevrikiya deshilatê di navbera du partiyên sereke yên Demokrat û Komarîyan de pêk tê û bi damezrandina Partiya Amerîka re dibin sê partîyên deshilatxwaz.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




